Antolojiya Edebiyata Kurdî, bi vî beşê xwe yê duwemîn, asoya Ziman û Edeba Kurdî berfirehtir dike. Di vî beşî de rengînî û pirdengiya edebiyata kurdî şênbertir dibe û yekcar vediguheze okyanûseke edebiyatê ya kûr û bêbinî; ji rohilatê welêt bigire heya roavayê welêt; çi bakur û çi jî başûr; rûpelên antolojiyê; bi nivîsên zaravayên kurdî yên, kurmancî, dumilî û soranî tên dagirtin. Agahiyên ku di navê de ne, me hildide ser milên xwe û me dibe li nav welêt û carina jî sirgûniyê vedinişîne; geh dike mêvanê xemgînî û endîşeyê, geh jî yê kêfxweşî û henekê.
Antolojiya Edebiyata Kurdî - II, jî dê mîna cildê yekemîn dewsa valahî û kêmaniyên ku hene tijî bike, dê qelîş û birÍ nên ku li ser dilê ziman û edeba kurdî vebûne, bi hêza zanîn, nivîsar, çîrok, şihîr û pênûsşorên ku di nava xwe de hewandiye, bicebirîne.
Yayınevi
Yazar
Çevirmen
Kağıt Cinsi
2. Hamur
Baskı Sayısı
1. Baskı
Basım Yılı
2021
Sayfa Sayısı
414
Kapak Türü
Karton Kapak
-
ISBN
9786257370509
Ortalama Değerlendirme »
